Önder Beyter
11 Sibat 2018•Rojanekirin: 11 Sibat 2018
WASHINGTON
Rêveberiya Amerîkayê piştgiriya Îsraîlê dike ku li dijî Îran û Sûriyeyê xwe biparêze û herwiha heman Amerîkayê Îran tawanbar kir ku li herêmê çalakiyên "provokatîf" dike.
Di daxuyaniya nivîskî ya Berdevkê Çapemeniyê yê Qesra Spî da hat destnîşankirin ku rêveberiya Amerîkayê piştgiriyê dide Îsraîlê.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Îsraîl mitefiqê sadiq ê Amerîkayê ye. Em piştgiriya Îsraîlê dikin ku li hemberî Sûriyeya ku Îran li pişta wê ye û li hemberî milîsên li başûrê Sûriyeyê xwe biparêze. Em bangî Îran û mitefîqên wê ên herêmî dikin ku dawiyê li çalakiyên xwe yên provokatîf bînin û ji bo aştiya herêmê bixebitin."
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Heather Nauertê jî duh di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha gotibû, "Amerîka ji ber rageşiya li ser sînorê Îsraîlê gelekî bifikar e û herwiha Amerîka li pişta Îsraîlê ye ku xwe û serweriya xwe biparêze."
Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku balafireke bêmirov a Îranê ji Sûriyeyê rabû û sînorê asîmanî yê Îsraîlê binpê kir ku li ser vê wan jî balafira navborî xist xwarê û li hemberî vê yekê li dijî hedefên Îranê yên li Sûriyeyê êrîşa asîmanî li dar xist.
Artêşa Îsraîlê herwisa ragihandibû dema firokeyên wan êrîşa asîmanî birin ser "hedefên Îranê" yên li Sûriyeyê, firokeyên wan bûn armanca firokeşikênan ku di encamê da jê F-16ek ket xwarê.