Ekip
11 Tebax 2017•Rojanekirin: 12 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê ragêşiya di navbera Koreya Bakur û DYAyê da got, "Niha li dinyayê qederê 16 dewletan di warê çekên nukleer da xwe xurt dikin. Di nav wan da 3 dewlet hene ku di warê çekên nukleer da zehf xurt bûne. Em hêvî dikin rageşiya di navbera Amerîka û Koreya Bakur da ku gefan li hev dixwin nebe sedema pevçûnê û dibe ku ev tenê di navbera herduyan da nemîne. Dibe ku bibe sedema pêvajoya gefxwarineke din. Ez hêvî dikim bi encameke polîtîk biqede."
Serokomar Erdogan piştî nimêja înê ya ku li Mizgefta Hezretî Elî kir pirsên rojnamevanan bersivand.
Li ser pirseke der barê ziyareta Qonyayê ya ku heyeta alman ew ê di 8ê îlonê da bike da Erdogan got ku daxwaza almanan bi NATOyê ra axivîn û nêrîneke erênî nîşan dan.
Erdogan wiha got: "Ya rastî ev mijareke wek mijara Încirlikê nîne, mijareke cuda ye. Di vê çarçoveyê da di serî da Wezareta Parastina Tirkiyeyê û Wezareta Karên Derva pêvajoyê dimeşînin. Nika jî li ser îstiqameteke erênî dewam dike."
- Ragêşiya di navbera DYAyê û Koreya Bakur da
Ronamevanekî got ku ragêşiya di navbera DYAyê û Koreya Bakur da li ser piyaseya navneteweyî tesîr kir, gelo ew ê tesîra wê li ser piyaseya me jî hebe û li ser vê Serokomar Erdogan wiha axivî:
"Ya rastî ez îhtimalê nadim ku li ser piyaseya me tesîrekê bihêle. Lêbelê kesên ku dibêjin li dijî sîlahên nukleerê ne, rabûne hevdu bi sîlahên nukleerê tehdîd dikin. Welatên ku destûrê nadin welatên paşdamayî bibin xwediyê sîlahên nukleerê çaxê firsendê dibînin hewl didin ku van sîlahan bi kar bînin. Ev jî nêrîna min a objektîf e. Yanê dibêjin ya wan hebe bira ya welatên din tunebe. Niha li dinyayê qederê 16 dewletan di warê çekên nukleer da xwe xurt dikin. Di nav wan da 3 dewlet hene ku di warê çekên nukleer da zehf xurt bûne. Em hêvî dikin rageşiya di navbera Amerîka û Koreya Bakur da ku gefan li hev dixwin nebe sedema pevçûnê û dibe ku ev tenê di navbera herduyan da nemîne. Dibe ku bibe sedema pêvajoya gefxwarineke din. Ez hêvî dikim bi encameke polîtîk biqede."
- Qerebalixiya li Cîlvegoziya Deriyê Sînor
Serokomar Erdogan ji bo qerebalixiya li se Cîlvegoziya Deriyê Sînor got, "Em niha jî ji bo alîkariya însanî hene. Em ê Cîlvegozuyê vekirî bihêlin, lê tenê ji bo xurek, derman, cil û berg û hwd... Lê heger çek û filan û bêvan hebin em teqez destûrê nadin. Li Îdlibê jî hevdîtinên me dewam dikin. Bi taybetî Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî li ser vê mijarê hevdîtinên xwe yên bi Rûsyayê ra berdewam dike. Bi Îranê ra jî hevdîtin dewam dikin û hevdîtinên der barê Îdlibê yên bi Moskovayê ra erênî derbas bûn. Wisa bawer dikim hevdîtinên bi Moskovayê ra wekî Astanê herêmên ewle di nav da bin em ê demildest meseleya Îdlibê çareser bikin."
- Tetîla Eyda Qurbanê
Serokomar Erdogan der barê betlaneya Eyda Qurbanê da wiha axivî: "Niha hikûmetê ev 10 roj hilda nav bernameya xwe û li serê dixebite. Hekê pêşî û paşî musaît be ev yek ji bo tûrîzmê gelekî baş dibe, him di tûrîzma nav welêt û him jî di ya derveyê welêt da wê hereketek çêbibe, mesela niha îro Antalya bi rêjeya ji sedî 80yî tijî bûye, ev yek jî ew kêmasiyên me yên di qada tûrîzmê da wê di demeke kurt da telafî bike. Ez wisa texmîn dikim ku roja sêşemê civîna Lijneya Wezîrên me heye. Emê li Serokomariyê bikin. Ez wisa bawer dikim ku wê gaveke bixêr be."