Nihat Kavşut
18 Mijdar 2017•Rojanekirin: 18 Mijdar 2017
BURSA
Li Nîlufera navçeya Bursayê şofêrê ku wesaîta wî ket nav daran, bi erdê ra kaş bû û qelibî birîndar bû.
Li gor agahiyan wesaîta bi plaqeya 16 BEN 40 ya Bariş Guven diajot li texma Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Bursayê ku li ser rêya Mudanyayê ye ji rê derket û di nav daran da kaş bû.
Li gor agahiyan wesaîta ku qederê 50 mêtro kaş bû li darekê ket û qelibî.
Guvenê şofêrê wesaîta ku di qezayê da bû xurde di pêşiya wesaîtê da asê ma.
Li ser agahîdayîna welatiyan ekîbên polês û tenduristiyê sewqî ciyê bûyerê kirin.
Bariş Guvenê bi destê ekîbên tenduristiyê hat derxistin sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Çekîrgeyê kirin.
Li gor agahiyan rewşa Guvenê di qezayê da birîndar bû baş e.