06 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Parastinê Hulusî Akar got ku "Hezkî tir, hezkî bi vagonan bi çi çekan didin bila bidin kesên ser terorîstan fehm kirin ku dawiya vê tune, dê yên jêr jî fehm bikin."
Akar bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêzên Asîmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz re ji bo sersaxiyê malbata Pisporê Çawîş ê Cendirme Ozgur Can Înceyê ku li Kercewsa navçeya Batmanê di encama bi destê terorîstên PKKyî teqandina teqemeniya bidestçêkirî şehîd ket ziyaret kir.
Wezîr Akar û fermandar hatin kona sersaxiyê ya li ber derê mala malbatê ya li Elvankentê û sersaxî da malbata şehîd.
Wezîr Akar piştî diayên ku hatin xwendin axivî û diyar kir ku têkoşîna dijî terorê dewam dike.
Akar destnîşan kir ku Hêzên Çekdar, cendirme, polês, gundparêz û hêzên ewlehiyê yekpare şev û roj li pey terorîstan in û wiha axivî:
"Digel ku di vê mijarê de serkeftinên mezin hatin bidestxistin jî terorîst bi piştgiriyên ku ji derve û hûndir distînin, hevkariyên ku bi xaînan re kirin hebûna xwe didomînin lê em jî dibêjin ku heta teror, terorîst xilas nebe di vê têkoşînê de rawestan tune. Em biezm û biryardar in, dê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. Rawestan tune. Hezkî tir, hezkî bi vagonan bi çi çekan didin bila bidin kesên ser terorîstan fehm kirin ku dawiya vê tune, dê yên jêr jî fehm bikin. Têkoşîna tê kirin têkoşÎneke gelekî biqîmet e.
Niha jî li çiyê, ser giran, li nav welêt û derveyî welêt ewladên qehreman ên vî welatî bi fedakariyeke mezin vê têkoşînê didomînin. Wekî ku heta îro li erdê nema dê ji niha pê ve jî xwîna şehîd û xaziyên me li erdê nemîne, teqez hesaba vê hat pirsîn dê ji niha pê ve jî bê pirsîn."
- "Heta ku teror, terorîst xilas nabe di vê têkoşînê de rawestan tune"
Ji bo yekîtî û bihevrebûna welêt, desthilatdariya gel û serxwebûnê heta îro çi hatibe kirin dê ji niha pê ve jî heman tişt bê kirin û wiha axivî:
"Rawestan tune û înşeallah Hêzên Çekdar, hêzên me yên ewlehiyê têkoşîna ku bi biryardariyeke mezin didomînin dê ji niha pê ve jî bidomînin. Bi diayê we û arîkariya Xwedê înşeallah em dê terorîstê dawî berteref bikin û bibêjin ku 'Têkoşîna dijî terorê xilas bû.' Terorîst dê xilas bibin, têkoşîn dê xilas bibe. Heta teror, terorîst xilas nebe di vê têkoşînê de rawestan tune. Em biezm û biryardar in, dê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin."