06 Îlon 2016•Rojanekirin: 06 Îlon 2016
XEZE
Hat ragihandin ku Îsralê top avêtin hin hedefên li bakurê Xeta Xezeyê.
Li gorî agahiya ku ji jêderên herêmê hat wergirtin, yekîneyên topavêj ên Îsraîlê yên li ser sînorê Xezeyê, 5 guleyên topê bi ser 2 kûleyên çavdêrî û kontrolê yên grûbeke berxwedana Filistînê yên li bajarokê Beyt Lahiyeya li bakur agir kirin. Hat destnîşankirin ku ji xeynî vê Îsraîlê hin zevî û xaniyên xalî yên li bakur jî ji xwe ra kir amanc û di encamê da zirareke madî çêbû.
Jêderên tenduristiyê diyar kirin ku di êrîşan da mirin çênebû.
Ji artêşa Îsraîlê jî der barê bûyerê da tu daxuyanî nehat belavkirin.