25 Gulan 2016•Rojanekirin: 26 Gulan 2016
MUŞ
Kesên ku heywanan xwedî dikin her sal dema bihar tê, ji Batman û Diyarbekirê diçin zozanên Mûşê.
Îsal jî welatiyan heywanên xwe birin Şenyaylaya girêdayî navenda Mûşê û ji bo wan jiyana zehmet a zozanê dest pê kir.
Malbata Çelîk jî li zozana Şenyaylayê konê xwe danîn û heywanên xwe li wir diçêrînin.
Malbat hewl dide ku zêde şîr, penêr û rûn peyda bike û debara xwe rehettir bike.
Barê jiyanê ya giran dikeve li ser milê jinan. Lewra jin him zarokan xwedî dikin, karê malê û paqijiyê dikin û him jî şîr didoşin, penêr û rûn çêdikin.
Hamît Çelîk ji nûçegihanê AAyê re got ku ew bi salane heywanan xwedî dike û wiha dewam kir: "Karê me bi tenê ev e, em karekî din nizanin. Jiyana min li gund û zozanan derbas bû. Em her sal ji Batmanê tên li herêma Şenyaylayê. Em çar mehan li vir dimînin û şikir halê me jî xweş e. Em serê sibê di 5an de radibin û heywanan xwe ji bo çêrandinê dibin çolê. Dibe nîvro em heywanan tînin. Rojê du caran em pez didoşin. Êvarê jî em vî şîrê hatiye dotin dikin penêr. Penêr du roj disekine û paşê em difroşin. Em her roj vî karî dikin. Zor e, lê em karê xwe hez dikin."