Abdullah Tel
21 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2016
ELAZIG
Şehmus Ozerê (36) kaptanê Amed Sportîf ku di Koma Spî ya Lîga 2yemîn a Spor Totoyê da têdikoşe di qezaya trafîkê da can da.
Li gor agahiyên ku hatin hildan Ozer bi wesayîta xwe ya bi plaqeya 35 SEH 77 ji Meletiyê derket û berê xwe da Diyarbekirê. Lê wesayîta Ozer li texma gundê Yedîpinara nêzî Sîvrîceya navçeya Elazixê di qendal da gêr bû û Şehmus Ozer li cihê bûyerê can da.
Cinazeyê Ozerê fitbolîst û kaptanê Amed Sportîf ji cihê bûyerê birin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Feratê.
Serokê kluba Amed Sportîf Faaliyetlerê Nurullah Edemen diyar kir ku ew pir li ber mirina Şehmus ketin û wiha dewam kir: "Şehmus gelekî bi kêrî tîmê dihat û ji fitbolîstan ra jî biratî dikir."