05 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2016
GAZÎANTEP
Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di qada gastronomiyê de Gazîentab jî xistibû nav "Şaxa Bajarên Taybet". Navçeya Islahiyeyê ya ku bi îsotên xwe yên sor va navdar e ji sedî 30yê îsota sor a Tirkiyeyê peyda dike. Niha ji ber ku dema çandiniya îsotên sor hat, navçe bi rengê sor ve xemilî.
Karkerên demsalî rojê 35 û 40 lireyan qezenc dikin û bi çandiniya îsotan ve debara xwe dikin.
Berhevkirin, paqijkirin û ziwakirina îsotan karekî zehmet e.
Îsota biqalik û qirşik ji 7 lireyan, ya paqijkirî ji 9 lireyan tê kirîn û di 10 fabrikayên navçeyê de tên amadekirin. Piştî vê kîloya wê 15 û 20 lireyan tê firotin.
"Emê bi van pereyan ve zarokan bişînin mektebê"
Eyup Çelîkê ku ji Sîwereka navçeya Şanliurfayê hatiye navçeyê ku îsotan berhev bike ji nûçegihanê AAyê re got ku 6 zarokên wî hene û ew debara xwe karkariyê dike.
Çelîk got ku ew ê bi pereyên ku qezenc kiriye ve zarokên xwe bişîne mektebê û 15 roj şûn de wê vegere welatê xwe.