14 Hezîran 2016•Rojanekirin: 15 Hezîran 2016
ANKARA
Motorsîkletvanê neteweyî Kenan Sofuoglu dema ku pireya Osman Gaziyê bê vekirin, wê li ser pireyê ceribandina lezê bike.
Sofuogluyê ku beşdarî Şampîyoniya Supersportê ya Dinyayê bû got ku ew bi motorsîkleta xwe ya ku marqeya wê Kawasakî û modela wê Nînja H2R ye ve ji bo "400 kîlomêtro lezê bike" ceribandinan dike.
Sofuoglu got ku wî demek berê li ser rêyeke ji bo hatin û çûyîna trafîkê hatiye girtin motorsîkleta xwe ajotiye û wiha axivî: "Min di nav saetekî de bi 396 kîlomêtro lez ve ajot. Ez niha dixwazim vê lezê derxim 400î. Ji bo vê, dema ku pireya Osman Gaziyê bê vekirin, ez ê li ser pireyê biceribînim."
Sofuoglu got ku ji bo vê plana xwe ew li ser telefonê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re axivî ye û wiha dewam kir: "Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan piştgirî da vê plana min. Got ku di merasima vekirinê de ew ji ber vê ceribandina rekorê serfiraz bibe. Ez ê tevdîrên ewlehiya canê xwe bibînim û dixwazim vê rekorê li ser pirê biceribînim. Dawiya vê hefteyê ez ê herim Îtalyayê û beşdarî pêşbirka 8emîn a Şampîyoniya Supersportê ya Dinyayê bibim. Piştî ku ez vegeriyam ez ê li ser pireyê ceribandinan bikim. Ez ê bala xwe bidim ba û tiştên din ên sirûştî."