Fatih Gazioğlu,Abdullah Tel
12 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2018
ÎZMIR
Keşeyê Amerîkayî Andrew Craig Brunsonê ku li Îzmirê ji ber îdiaya li ser navê FETO û PKKya rêxistinên terorê sîxuriyê kiriye hatibû girtin, der heqê wî da 35 sal cezayê hepsê dihat xwestin, paşê cezayê wî vegerandin hepsa malê, ji bo rûniştina nû ya mehkemeyê sewqî Kampusa Saziyên Ceza û Înfazê ya Alîagayê hat kirin.
Ekîbên Midûriyeta Ewlehiya Îzmirê li çar aliyê mala ku Brunson jê derket tewdîrên berfireh hildan.
Rûniştina doza Brunsonê ku hêzên ewlehiyê hevaliya wî kirin wê li Kampusa Saziyên Ceza û Înfazê ya Alîagayê bê kirin.