05 Tebax 2016•Rojanekirin: 06 Tebax 2016
ANKARA
Lijneya Rêvebiriya Navendî ya CHPyê (MYK) di serokatiya Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu da li navenda giştî ya partiyê civiya.
Alîkara Serokê Giştî yê CHPyê û Berdevka Partiyê Selîn Sayek Bokeyê piştî civînê daxuyanî da û wiha got: "Parlementerên CHPyê di şeva hewla derbeyê ya 15ê tîrmehê da bi çi hincetê li Meclisê bûn, wê bi heman hincetê jî roja 7ê tebaxê beşdarî Mitînga Şehîtan û Demokrasiyê bibin."
Boke diyar kir ku wê bi parlementer, serokên bajêr û cîgirserokên koma partiyê beşdarî mitîngê bibin û wiha got: "Li gor banga raya giştî MYKya me îro nirxandineke berfireh kir. Di encamê da biryar hat dayîn ku serokê me yê giştî beşdarî mitîngê bibe. Baweriya me ya bi demokrasiyê, pêwistiya me ya bi hiqûqê, siyaneta me ya ji bo şehîtan û bibiryariya me dewam dike. Wek mayîn wê serokê me yê giştî li Serokwezîr bigere û der barê biryarê da bi hûrgilî pê ra xeber bide."