21 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2016
ANKARA
Li bakurê Sûriyeyê di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da ya ku dijî hedefên rêxistinên terorê tê birêvebirin, kontrola rêya El-Bab-Helebê bi tevahî hat bidestxistin.
Li gor agahdarkirina Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) Operasyona Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de ji bo parastina ewlehiya sînor, piştgiriya hêzên hevpeymanê û berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê yên wek DEAŞê hatibû destpêkirin, dewam dike.
Komên hêzên wezifeya taybet a ku ji çekdarên muxalif pêk tên di roja 120emîn a hereketê da bi saya piştgiriya ji asîman û bejayê gihîşt wan piştî şer û pevçûnê kontrola rêya El Bab-Helebê bidest xistin.
Balafirên şer ên Fermandariya Hêzên Asîmanî li herêma El-Babê 48 hedefên DEAŞa rêxistina terorê îmha kirin.
Di çarçoveya operasyonê da dema wesayîteke eskerî ya TSKê derbas dibû teqemeniya bidestçêkirî hat înfilaqkirin û 4 esker birîndar bûn.
Ji aliyekî din va li herêma El-Babê 53 teqemeniyên ku DEAŞê bi dizî bi cih kiribû jî hatin îmhakirin.
Ji herêma El-Babê 5 eskerên tirk ên ku birîndar bûbûn bo tedawiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê û hat ragihandin ku rewşa eskeran giran nîne.