22 Adar 2017•Rojanekirin: 22 Adar 2017
AKSARAY
Di operasyona dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya ku navenda wê Aksaray e û li 7 bajaran bi hinceta bikaranîna ByLockê hat kirin da 12 mamosteyên ku ji wezîfeyê hatibûn avêtin, hatin derdestkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Aksarayê ya li ser FETOyê da der heqê 22 mamosteyên ku ji ber bikaranîna ByLockê ji wezîfeyê hatibûn avêtin da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr li Aksaray, Enqere, Qonya, Edene, Nîgde, Amasya û Şanliurfayê operasyon birin ser gelek navnîşanan û di operasyonê da 12 kes binçav kirin.
Şikbar li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Aksarayê ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin û paşê jî birin ewlekariyê.
Hat ragihandin ku ji bo derdestkirina 10 şikbarên ku li navnîşanên xwe tunebûn xebat dewam dikin.