Haydar Şahin
06 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Di operasyona ku navenda wê Stenbol e û li 9 bajaran hat kirin da ji 36 şikbarên ku bi hinceta endamtiya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) der heqê wan da biryara binçavkirinê hatibû dayîn 17 kes hatin biçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Buroya Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dimeşîne da der heqê 36 şikbarên ku ByLocka bernameya bi şîfre ya FETOyê bi kar anîne û naveroka peyamên wan hatine deşîfrekirin da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Qaçaxçîtiyê yên Ewlekariya Stenbolê ji bo derdestkirina şikbarên ku di nav wan da polês, rojnamevan û hîndekar hene li 9 bajaran operasyona navenda wê Stenbol e dan destpêkirin.
Di vê çarçoveyê da 17 kesên di nav wan da polês û hîndekar hene hatin binçavkirin û lêgerîna li navnîşanên wan dewam dike.