Önder Beyter
05 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
VAN
Hat ragihandin ku di operasyona dijî rêxistina terorî DEAŞê ya ku navend Wan li 9 parêzgehan hat lidarxistin da 25 berşik hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, ekîbên midûriyeta şaxa Dijî Terorê û yên Tevgera Taybet bona astengkirina bûyerên terorê û deşîfrekirina fealiyetên rêxistina terorî DEAŞê, navend Wan li Agirî, Stenbol, Îzmir, Kocaelî, Bîngol, Adiyeman, Denîzlî û Mêrdînê dest bi xebatê kirin.
Di vê çarçoveyê da ekîban navend Wan li 9 parêzgehan operasyoneke hevdem li dar xistin û 25 kes binçav kirin.
Li ewlekariyê miemeleya berşikan berdewam e.