12 Mijdar 2017•Rojanekirin: 12 Mijdar 2017
AGRI
Li Dogubayazita navçeya Agiriyê li nav eraziyekî vala "drone"yeke bombebarkirî ya PKKya rêxistina terorê hat bidestxistin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Navçeya Dogubayazitê li gundewariya gundê Yayginyurtê wexta ku erazî kontrol dikirin, li nav eraziyekî vala "drone"yek dît.
Hat tesbîtkirin ku "drone" aîdê PKKya rêxistina terorê ye û di serê wê da muhîmata bombeavêjê hat tesbîtkirin. Hêzên ewlehiyê rewş ji Fermandariya Cendirmeyan a Bajarê Agiriyê ra ragihand.
Ekîbên cendirmeyan ên pispor çûn cihê bûyerê û bombe ji "drone"yê vekir û îmha kir.
Cendirmeyan dest da ser "drone"yê û ji bo lêkolînkirinê bir fermandariya cendirmeyan.