Abdullah Tel
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 02 Gulan 2018
ANKARA
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker der barê civîna ku bi balyozên welatên Yekîtiya Ewropayê ra hat kirin da got: "Li ser yekîtiya fikrekê, lihevkirineke ku deriyên guftûgoyê vekiribin û hevdîtin bikaribin rasterast bên kirin hat sekinandin."
Eker piştî civîna ku li Navenda Giştî ya AK Partiyê bi balyozên welatên Yekîtiya Ewropayê yên li Tirkiyeyê wezîfedar in ra hat kirin, daxuyanî da rojnamegeran. Di daxuyaniya xwe da Eker got ku Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Hayatî Yazici jî beşdarî civîna bi balyozan ra bi qasî saetekê dewam kir bû.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Eker got ku di civînê da li ser mijara têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Yekîtiya Ewropayê ra û gavên ji bo pêşvebirina wan mijaran da hatine avêtin, sekinîn.
Eker got ku têkîliya di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê da pêş dikevin û ev rûdaneke baş e û wiha pê da çû: "Li ser rewşa têkiliyan me fikr û ramanên xwe ji hev ra got. Pirs hatin kirin. Bi taybetî me bersiva wan pirsên der barê vê pêvajoya hilbijartinê da hatin kirin bersivand. Ji bo me ji mijarên girîng yek ew e ku her du alî jî guftûgoyê bidomînin û deriyên ji bo guftûgoyê hewce dikin vekirî bihêlin, ev yek ji bo me muhîm e. Lewra dema ji deverên bêeleqedar agahiyan hildin dibe ku bibin xwedî fikrên neyînî û ew jî dibe hin nexweşiyan bi xwe ra bîne. Ji bo ku rê li van yekan jî bê girtin li ser yekîtiya fikreke, lihevkirineke ku bila deriyên guhtûgoyê vekirîbin û hevdîtin bikaribin rasterast bên kirin hat sekinandin. Me rûdanan bi hev ra nirxand û pirsan bi hev ra bersivand."
Eker li ser pirsekê der barê kampanyaya hilbijartinê ya AK Partiyê ku gelo wê li derveyê welêt jî birêva bibe yan na da got: "Wext ir kin e. Ji ber vê jî namzed wê di 21ê gulanê da eşkere bibin. Piştî wê jî xwe li meydana nîşandane û ji bo vê jî ji mehekî kêmtir wext dimîne. Ji bo welatên derva niha tu plan û bernameyeke mitîng kirinê tuneye."