Abdullah Tel
22 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2018
ANTALYA
Li Antalyaya ku mîna paytextê tûrîzmê tê hesibandin kesên ji germê aciz bûn ji bo hînik bibin berê xwe dan behrê.
Germahiya hewayê ya li Antalyayê ji 39 pileyî derbas bû, rêjeya hêmiyê jî ji sedî 14 ye û perava Konyaaltiyê jî bi şêniyên bajêr û tûrîstên ji germê azic bûne va tijî bû.
Hin welatiyan di nav behrê da kêf kir, hinek ji wan jî xwe dan ber berojkê. Ji hewlên dê û bavên ku dixwestin soberiyê hînî zarokên xwe bikin jî dîmenên xweş derketin meydanê.
Burcu Katrancioglu ya ku li Antalyayê dijî got ku li bajêr rêjeya hêmiyê zêde ye û ew ji vê aciz bûn û ji bo ku xwe hênik bikin berê xwe dan behrê.
Naîm Sel ê tevî zarokên xwe hatibû behrê jî ragihand ku ji ber hêmiyê ew bi heva zeliqîn û ji bo bêhna xwe derxin hatin peravê.