Fatih Gazioğlu
23 Mijdar 2018•Rojanekirin: 23 Mijdar 2018
ANTALYA
Li Aksekiya navçeya Antalyayê minîbêsa ku karkerên Sûriyeyê tê de bûn welgeriya. Li gor agahiyên ewil kesek mir û 26 kes jî birîndar bûn.
Minîbêsa ku pîleqeya wê 63 F 3240 e û ji Şanluiurfayê dixwest biçe Antalyayê li ser rêya Aksekî-Manavgatê nêzî xaçêreya Guçlukoyê welgeriya.
Di qezayê de li gor agahiyên ewil kesek mir û 26 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li herêmê.