Önder Beyter
12 Mijdar 2018•Rojanekirin: 12 Mijdar 2018
ANKARA
Li bakurê Iraqê di êrîşên asîmanî yên 3 rojên dawîn da 38 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya li ser hesabê Wezareta Parastina Neteweyî ya Twitterê da hat ragihandin ku di 3 rojên dawîn da li dijî herêmên li bakurê Iraqê yên wekî Zap, Avaşîn-Basyan, Gara, Xwakurk û Heftanînê êrîşên asîmanî hatin kirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Di encama êrîşên asîmanî da çeper û kozikên çekan, stargeh û embarên muhîmatan ên rêxistina terorê hatin jinavbirin, bi tevahî 38 terorîst jî hatin berterefkirin."