Türkan Tosun
30 Gulan 2018•Rojanekirin: 31 Gulan 2018
VAN
Li Başkaleya navçeya Wanê li ser 54 hezar mêtrokare qada mesîre û baxçeya fêkiyan kafeyeke modern wê bê çêkirin.
Qaymeqam Abdulselam Ozturkê ku ji hêla Wezareta Karên Navxweyî va wek Cigirserokê Şaredariya Başkaleyê hat wezîfedarkirin ji bilî xizmetên şaredariyê, xebatên civakî jî dike.
Li taxa Navend Tepebaşiyê li ser 54 hezar mêtrokare qada mesîre û baxçeya fêkiyan wê kafeyeke modern bê çêkirin.
Îhaleya projeyê çêbû û tê plankirin ku di nav 2 mehan de çêkirina kafeyê biqede û welatî li wir dema xwe xweş derbas bikin.
Di kafeya ku wê li ser qadeke 200 mêtrokare bê çêkirin de mitbax, mescîd, odeya dergûşmijandinê û ya xizmetê wê hebe.
Welatiyan ji bo xebatan spasiya Ozturk kirin.