Abdullah Tel
15 Adar 2018•Rojanekirin: 22 Adar 2018
MUŞ
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Mûşê ya Parqên Neteweyî û Parastina Siruştê li çar aliyê Gola Sazlikê bi armanca ku 3 cot qulingên tê payîn îsal li herêmê qip kevin û çivîkan derxin ji nêçîrvanan biparêzin seranserê rojê nobetê digirin.
Ji 28 cot qulingên ku tê payîn îsal li Tirkiyeyê qip bikevin 3 cot li Bulanika navçeya Muşê di herêma Gola Sazlika ji 3 hezar û 60 hektarî pêk tê da hêkên xwe kirine.
Ekîbên Parqên Neteweyî û Parastina Siruştê yên Midûriyeta Mûşê jî him ji bo qulingan û him jî hêkên wan ji nêçîrvanên qaçax biparêzin seranserê rojê nobetê digirin.
Ferzende Sayginê Endezyarê Bilind Hilberînên Avî yê ku di Parqên Neteweyî û Parastina Siruştê ya Midûriyeta Mûşê da wezîfedar e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku gol xwedî girîngiyeke neteweyî ye û 45 deverên avî lê hene.
Saygin destnîşan kir ku par bi saya xebatên plankirî yên di golê da birin serî 113 çivîk, 104 bêmazmazk, 3 jê endemîk 89 cure nebat û 4 jî amfîbî tesbît kirin û wiha pê da çû: "Dema mirov ji hêla biyolojîk va lê binihêre di nav qadên avî da ev der gelekî dewlemend e. Ji ber vê jî parastina vê qadê gelek muhîm e û divê bigihîje nifşên nû jî. Ji bo vê jî em qadê bipergal kontrol dikin û lê mêze dikin."
Li gor agahiyên ku ji ser malpera Midûriyeta Giştî ya Parqên Neteweyî û Parastina Siruştê cih digire quling (Grus grus) piştî qulinga Kanadayê û qulingê rehwan cureya herî zêde ye ku li rûyê erdê cih digire. Li seranserê dinyayê bi qasî 220-250 hezar quling hene.
Tirkiye him ji bo qulingên ku wextê koç dikin wek rawestgeh e û him jî yek ji derên lê qip dikevin e.
Di nav gelê Kurd da jî quling bi kilamên dengbêjê mezin Evdalê Zeynikê tên zanîn û Evdal di kilama xwe ya Qulingo da dibêje:
Hey qulingo, mal xirabo te çi ser min da qireqir e,
Per û baskê te şikestî ne, çevê min tunîne,
Emê diayekê bikin ji Xwedê ye,
Çevê min dermanke, baskê te bicebirîne.
Teleso, çevê min kor in, baskê te şikestî ne,
Ezê bişînim bira Loqman bêyo,
Çevê min silamet ke, baskê Qulingê min bicêbirîne.
Qulingo, malxiravo, çevê min kor in, perê te şikestî ne,
Emê destê hev bigrin xwe bavên ber derê hekîmo,
Belkê çevê min sax bike, baskê te bicêbirîne.