12 Mijdar 2017•Rojanekirin: 12 Mijdar 2017
BITLÎS
Li navçeya Tetwanê di operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê da gelek muhîmat û pergala teqemeniya destçêkirî hatin qefaltin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku li dewrûbera goma Uzumluya li ser gundê Çavuşlarê ji bo berterefkirina mensûbên rêxistina terorê û herwiha jinavbirina şikeft û stargehên wan, di navbera 9-11ê mijdarê da operasyon hat lidarxistin.
Di operasyona "Şehîd Cendirme Çawişê Pispor Halil Ateş" a ku bi destê unsûrên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgeha Bitlîsê û yên Fermandariya Tûgaya Komandoyan a 10emîn hat lidarxistin da 10 şikeft û depoyên rêxistinê hatin tespîtkirin. Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku di operasyonê da 2 çekên kalaşnîkof û 6 hezar û 885 fîşengên wê, 12 bombeyên destan, 7 muhîmatên roketavêjê, gelek pergalên teqemeniya destçêkirî yên amade, gelek cilûberg û alavên sereke yên jiyanê hatin bidestxistin.
Di daxuyaniyê da herwisa hat destnîşankirin ku operasyonên hêzên ewlekariyê, seba tesîskirina aramî û ewlekariyê, wê bi piştevaniya gelê herêmê li seranserê parêzgehê bibiryarî bên dewamkirin.