Önder Beyter
08 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2018
VAN
Li Xelata navçeya Bitlîsê Samî Yusufê 2 salî yê ku wenda bûbû, di newala kîlomêtroyekî dûrî mala wan da mirî hat dîtin.
Li gorî agahiyê, Yusufê ku li gundê Yuvadamê yê navçeyê dijî, dema li pêşiya malê dileyîst, wenda bû.
Diya wî dema ku ji serê zeviyê vegeriya, li pêşiya malê kurê xwe nedît û xeber da xizmên xwe.
Hemû malbat li Samî Yusuf geriyan, lêbelê rastî tu şopekî nehatin û paşê xeber dan Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê û ekîbên Midûriyeta Afat û Rewşa Bilez a Wanê. Ekîban xwe bi hawarê ra gihandin û dest bi lêgerînê kirin.
Di encama xebata 24 saetan ku gundî jî beşdar bûn da di hundirê newala kîlomêtroyekî dûrî mala wan da rastî cesedê Yusuf hatin.
Ji bo otopsiyê cesedê lawik rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xelatê.