Nihat Kavşut,Haydar Şahin
07 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2016
GAZÎANTEP/HELEB
Li Cerablusa ku bi operasyona Mertalê Feratê ket destê Artêşa Sûriyeya Azad û ji rêxistinên terorê hat hildan, hin komên ji Sûriyeyê ku ji gelên cuda cuda pêk tên him azadiya bajêr pîroz kirin û him jî bertek nîşanî DAEŞ, PYD, DYA û Rûsyayê dan.
Komên ji Sûriyeyê piştî nimêja înê li Meydana Sarayê civiyan û rizgarkirina Cerablusê pîroz kirin û li ber muzîkê govend girtin.
Di çalakiya ku jin û zarok jî beşdar bûnê da digel pîrozbahiyê dagirkeriya li welêt jî hat protestokirin. Çalakvanan bi pankartên di destê xwe him azadiya bajêr pîroz kirin û him jî bertek nîşanî DAEŞ, PYD, DYA û Rûsyayê dan.
Mihemed Casimê ji Helebê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hem azadiya xwe pîroz dikin hem jî bertekê nîşanî wehşetê didin.
Casim got êdî sûriyeyiyên ku dixwazin azad bijîn li dijî tiştên neyînî derdikevin, dixwazin ku zilm xilas be.
Îbrahîm Şiyoxê ji Cerablûsê diyar kir ku bi taybetî PYDya rêxistina terorê gelek gundê li herêmê vala dike ji ber vê jî gelê wan deran tên û xwe dispêrin Cerablusê.
Şiyox got ji ber ku bajar hat xilaskirin zehf kêfxweş in, ji bo ku azadî be hemûyê welêt ew ê têkoşîna xwe bidomînin.