27 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2016
DIYARBAKIR
Li Haniya navçeya Diyarbekirê teqemeniya ku mensûbên PKKya rêxistina terorê bi cih kiribûn teqiya û 2 esker şehît ketin, 2 esker jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan hêzên ewlehiyê dema ku li çoltera navçeyê lêgerînê dikirin teqemeniya ji hêla mensûbên rêxistina terorê va berê di bin erdê da hatibû veşartin, hat teqandin.
Di bûyerê da 2 esker şehît ketin û 2 esker jî birîndar bûn.
Eskerên birîndar ji bo tedawiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî ya Diyarbekirê.
Li herêmê jî ji bo terorîst bên girtin operasyonê dest pê kir.