11 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2016
DIYARBAKIR
Terorîstên PKKyî êrîşî Serokê Navçeya Dîcleyê yê AK Partiyê Deryan Aktert kirin, Aktert mir.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, di saet 23.00yan da Aktert li îstasyona xwe ya sotemeniyê ya li ber bajrê bû û terorîstan bi tivingê gule berî wî dan.
Aktert li dewsa bûyerê mir.
Piştî êrîşê ji bo derdestkirina terorîstan operasyona dan destpêkirin.
Hat ragihandin ku par jî terorîstan gule berî îstasyona Aktert kiribûn û car caran jî tehdîd dikirin.