06 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkan li dorbera Hekarî û bakurê Iraqê li dijî PKKya rêxistina terorê operasyona esmanî kirin û di operasyonê da 18 hedefên rêxistinê hatin îmhekirin û 3 endamên rêxistinê hatin berterefkirin.
Li gor agahiyên çavkaniyên leşkerî balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirkan do di navbera saet 16.13-18-42yan da li dorbera Çukurcaya Hekariyê operasyona esmanî kirin.
Hat diyarkirin ku di operasyonê da 11 hedefên rêxistinê ku di nav da baregeh, kozik û sitargeh hene hatin îmhekirin û 3 endamên rêxistinê hatin berterefkirin.
Wek mayîn li herêmên Metîna û Garaya li bakurê Iraqê di navbera saet 17.44-20.10an da di operasyona esmanî da 7 hedefên rêxistinê hatin îmhekirin.