Fatih Gazioğlu
29 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2017
EDÎRNE
Li Edirneyê 15 kesên ku dixwestin bi rêyên dereqanûnî derbasî derveyî welêt bibin, hatin girtin.
Li gorî agahiyan di kontrolên sînor de li nêzî şaredariya Yenîkarpuzluyê, 15 welatiyên Filîsîtin, Suriye û Pakîstanê yên ku dixwestin derbasî derveyê welêt bibin, hatin tespîtkirin.
15 kesên hatin qefaltin piştî muameleyên li ewlehiyê sewqî Midûriyeta Îdareya Koçê ya Edîrneyê hatin kirin.