Fatih Gazioğlu
21 Adar 2018•Rojanekirin: 21 Adar 2018
ANKARA
Li Efrîna ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê de ji terorîstan hatibû paqijkirin, li navenda navçeyê xebatên îmhekirina teqemenî û mayinan dewam dike.
TSKyê ji ser hesabê xwe ya Twîtterê daxuyaniyek weşand ku li herêma nêzî Hacihasanliya gundê Efrînê teqemeniyeke bi destan çêkirî bikontrol îmhe kirine.
Ji aliyê din li ser hesabê TSKyê vîdeoyeke bi navê 'Efrîn îro bi hizûrtir e' jî hat weşandin. Di vîdeoyê de dîmenên navendê jî hatin nîşandan.