Önder Beyter
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
ELAZIG
Li Elezîzê ciwanê ku ket ava bendava ava zeviyan, xeniqî.
Li gorî agahiyê, Huseyîn Sancar (17) ku ligel hevalên xwe ji bo seyranê çûbû ber Ava Bendava Ava Zeviyan a Tadimê, ket ava bendavê.
Hevalên wî qederek şûnda li xwe warqilîn ku Sancar ji avê derneket û xeber dan cendirmeyan. Noqavên Amîriya Binê Behrê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê hatin ciyê bûyerê û piştî lêgerînê cesedê Sancar ji avê derxistin.
Ji bo otopsiyê cesed birin morxa Nexweşxaneya Zanîngeha Feratê.