Fatih Gazioğlu
27 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
ERZURUM
Pêşbirka Federasyona Hokeya Cemedê ya Navneteweyî ya Koma Ayê ya Klasmana 3yemîn ya ciwanên temenê wan ji 18yî piçûktir, li Erziromê dest pê kir.
Ji bo şampiyonayê li Hêwana Patena Cemedê ya 2000an merasima vekirinê hat lidarxistin. Di merasimê de Waliyê Erziromê Seyfettîn Azîzoglu axivî û got ku Erzirom ji bo sporê li dinya û Tirkiyeyê di nav bajarên herî mezin de ye û wiha pêda çû:
"Tesîsên sporê yên modern li Erziromê hatine çêkirin. Rêyên wê rehet in. Erzirom her sal ji 10an zêdetir turnuwayên navneteweyî li dar dixe û ji 100î zêde jî turnuwayên neteweyî organîze dike. Di van organîzasyonan de me xwe îspat kiriye. Înşellah em ê Olîmpiyatên Zivistanê yên 2026an jî li Erziromê li dar xin û ser bikevin."
Di pêşbirkên ewil de tîma Tirkiyeyê û Îsraîlê hatin hemberî hev. Îsraîlê pêşbirk 2-0 qezenc kir. Di pêşbirkên din de dijî Meksîkayê Bulgaristanê 4-2 û Belçîkayê jî tîma Taywanê 19-1 têk bir.
Şampiyona wê heta 1ê nîsanê dewam bike.