19 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2017
ANKARA
Bi biryara Lijneya Nirxandina Bilind (YDK) û Lijneya Nirxandina Navend (MDK) a Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê (EGM), 185 midûrên ewlehiyê û 53 amirên ewlehiyê hatin teqawîtkirin.
Li gorî daxuyaniya EGMyê, bi biryara herdu lijneyan personelên ewlekariyê yên teqawît û terfî bûn, hatin eşkerekirin.
Li gor biryara YDKyê ji asta yekem 96, ji asta duyem 50, ji asta sêyem 34, ji asta çarem jî 5 midûrên ewlehiyê teqawît bibin. Biryar ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ve hat qebûlkirin.
Bi biryara MDKyê 173 serkomser bûn amirê ewlehiyê, 80 komîser bûn serkomser û 224 alîkarên komîser jî bûn komîser.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku agahiyên der barê terfiyan de, di rûpela PolNetê de hatin weşandin.