11 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2016
ANKARA
Di çarçoveya operasona ku li der û dora Hekariyê dewam dike da di navbera hêzên ewlekariyê û endamên rêxistina terorê da pevçûn derket û di pevçûnê da 7 terorîst hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê, leşkerên bi ser Tûgaya Komandoyan a 2yemîn, li herêma Girê Kerî ya li rojavayê başûrê Çiyayê Guvenê digel endamên rêxistina terorê pev çûn. Di encama pevçûnê da 7 terorîst hatin kuştin.
Di çarçoveya operasyona dijî rêxistina terorê da hejmara terorîstên ku li tevahiya Hekariyê hatin kuştin, derket 400î.