Önder Beyter
14 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2019
HAKKARÎ
Koma ku ji 22 kesên endamên komeleyê û xwezahezan pêk tê û di çarçoveya çalakiyê da li navenda bajêr gihîştin hev, ber bi herêma Mêrga Botan ku 12 kîlometre dûr e, meşiyan.
Endamên komeleyê li hin ciyan di bin berf û bagerê da man û herwiha piştî 4 saet meşeke dijwar gihîştin herêma ku raqima wê 2 hezar û 800 e.
Endamê komeleyê û Nûnerê Hekariyê yê Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê Nacî Ertunç di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku wan ev çalakî di çarçoveya fealiyetên xwe yên zivistanê da li dar xist.
Ertunç got ku Hekarî di warê çiyagerî û meşên xwezayê da xwedî potansiyeleke girîng e û wiha dewam kir, "Me meşa xwezayê ya îro di bin barîna berfê da anî cih. Çalakiyên me yên bi vî rengî dê bidomin. Em li benda hemû xwezahezan in ku ew jî beşdarî çalakiyên me bibin."