16 Îlon 2016•Rojanekirin: 17 Îlon 2016
HAKKARÎ
Li Hekariyê 27 kesên ji bo ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî wezîfedarkirina ser Şaredariya Hekariyê protesto bikin çalakî dikirin, hatin binçavkirin.
Koma ku ji hin endamên meclisa Şaredariya Hekariyê û HDPyî û DBPyiyan pêk tê ji bo ku wezîfedarkirina ser şaredariyan protesto bikin 2 roj beriya niha li avahiya bajêr a DBPyê grêva birçîbûnê dan destpêkirin.
Ekîbên polêsan îro çûn avahiya ku lê grêva birçîbûnê dihat kirin û Fatma Yildiza ku di pêvajoya beriya wezîfedarkirinê de wekaletê şaredariyê dikir jî di nav de 27 kes binçav kirin.
Miameleyên bersûcan ên li ewlehiyê berdewam dikin.
Di çarçoveya lêpirsîn û doza ku der heqê arîkarî û piştgirî dane PKK-KCK û FETOya rêxistinên terorê şûna 28 şaredarên ku ji peywir hatibûn dûrxistin ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve li gor Qerarnameya di Hikmê Qanûnê de peywirdarkirin hatibû kirin. Di vê çarçoveyê de Arîkarê Walî Cuneyt Epcîm li Şaredariya Hekariyê hatibû peywirdarkirin.