Elif Orhan
02 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2019
HAKKARÎ
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê pitikê 1 salî yê di gundê ku rêyên wî ji ber berf û şapeyê hatin girtin nexweş ket di encama xebatên dijwar ên ekîban gihandin nexweşxaneyê.
Ji ber ku rê ji berf û şapeyê girtî bû xizmên wî nekarîn ku Yusuf Edîşê ku agirê wî gelekî derket bibin nexweşxaneyê.
Der barê rewşê de xeber hat dayîn û li ser vê yekê ekîbên serwîsa acîl a 112an û Şeftiya Şûbeya 114emîn a Rêbejan dest bi xebatê kirin.
Ekîbên paqijkirina berfê şapeyên ku ketibûn cihên cuda yên rê paqij kirin û bi saya vê yekê ambûlans karî biçe.
Ekîbên tenduristiyê piştî xebata dijwar a çendî saetan gihan gund û Yusufê biçûk hildan nexweşxaneyê û gihandin Nexweşxaneya Dewletê ya Çukurcayê.
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya pitikê tê dermankirin baş e.