Önder Beyter
17 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2017
ANKARA
Li herêma Zapê ya li bakurê Iraqê piştî ku terorîstên mensûbên rêxistina terorê teqemeniya destçêkirî teqandin, pevçûn derket û di encamê da 2 leşker şehîd bûn, yek jê giran 3 leşker jî birîndar bûn. Hêzên ewlekariyê 8 terorîst berteref kirin.
Li gorî daxuyaniya Sererkaniyê, li herêma Zapê ya li bakurê Iraqê terorîstan teqemeniya destçêkirî teqandin. Paşê di navbera hêzên ewlekariyê û terorîstan da pevçûn derket. Di encamê da 2 leşker şehîd bûn, yek jê giran 3 leşker jî birîndar bûn.
Di hemleya asîmanî ya ku piştî pevçûnê li dijî herêma Zapê hat lidarxistin da jî 8 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Em ji bo şehîdên me yên ezîz yên ku jiyana xwe ji dest dan û em jî pir pê bikeder bûn, ji Xwedê rehmet dixwazin, bona malbatên wan ên xemgîn û Hêzên Çekar ên Tirkiyeyê û gelê tirkê pîroz ra serxweşiyê, bona rêhevalên me yên qehreman ên ku birîndar bûn jî şifayê dixwazin. Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê wê bibiryar têkoşîna xwe ya dijî hemû rêxistinên terorê bidomîne."