24 Tebax 2016•Rojanekirin: 26 Tebax 2016
ANKARA
Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî diyar kir ku di mijara xebatên xwendingehên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da bi Tirkiyeyê ra li hev kirin.
Barzanî di roja 2yan a ziyareta Enqereyê da bi endamên medyaya HKIyê ra civîna çapemeniyê li dar xist û der barê hevdîtinên xwe yên bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim da daxuyanî da.
Barzanî diyar kir ku bi Erdogan û Yildirim ra li ser mijara rewşa xwendingehên Rêxistina Terorê ya Fetullahî axivîn û wiha got: "Me di civînê da li ser xwendingehên Gulen ên li Kurdistanê xeber da. Ji bo ku xwendekarên ku li wan deran dixwînin zirarê nebînin me li hev kir ku pirsgirêk bê çareserkirin."
Barzanî destnîşan kir ku hevdîtinên bi Serokomar û Serokwezîr ra zehf girîng in û wiha pê da çû:
"Ez bi birêz Serokomar Erdogan û Serokwezîr Yildirim ra civiyam. Em gişk ji pêvajoyeke hesas ra derbas dibin û ji bo ku li ser mijarên girîng biaxivin firsendeke baş bû. Di hevdîtinan da min hikûmet ji bo serkeftina ku di mijara hewla derbeyê ya têkçûyî da nîşan dan û bê pirsgirêk jê xilas bûn pîroz kir û ji bo kesên ku mirin jî serxweşî da.
Barzanî destnîşan kir ku xaleke girîng a civînê jî li ser têkoşîna dijî DAEŞa rêxistina terorê bû û wiha got: "Me li ser têkoşîna hevbeş a li dijî DAEŞa rêxistina terorê li hev kir. Lewra li herêmê guherînên mezin wê çêbin. Ji ber vê jî divê hevkarî û alîkarî zêde be."
Barzanî diyar kir ku li ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê jî xeber dane û wiha dewam kir: "Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê girîng e, lê ji bo vê divê xebateke mezin were kirin û dem lazim e. Em bêhêvî nînin û hewldanên xwe bidomînin. Mixabin di nav demê da tiştên neyînî qewimîn. Hêvî dikim ku pêvajoya aştiyê cardin dest pê bike."
Mesûd Barzanî diyar kir ku di civînê da li ser mijarên ticareta dualî, têkiliyên siyasî û ewlehiyê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê xeberdane.
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî do li ser vexwendina Tirkiyeyê hatibû Enqereyê.