27 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2016
BEXDA
Li Iraqê ji sala 2003yan vir ve 2o jê îsal heta niha 455 rojnameger hatin kuştin.
Di rapora ji aliyê Sendîkaya Rojnamegerên Iraqê ve hat amadekirin de hat daxuyandin ku di sala 2016an de li Mûsilê ji aliyê rêxistina terorê ya DEAŞê ve 20 rojnameger hatin kuştin. Li gor vê hejmara rojnamegerên ku ji sala 2003yan vir va hatin kuştin derket 455an.
Di raporê de dan zanîn ku li welatê lê hiqûq tunebe, rîskên rojnamegeriyê hene û ewlehiya rojnamegeran tune û cih dan evan îfadeyan: "Di sala 2016an de li Iraqê trajediyeke dilsoj hatiye serê rojnamegeran. Herwiha hê jî geft li rojnamegeran tên xwarin û li dijî wan sûîqest têne kirin."
Li Iraqê ji sala 2003yan vir va ku Amerîkayê dagîr kir, li herêmê kaosek heye. Ji ber vê yekê ji bo endamên çapemeniyê yek ji welatên herî xetere ye.