Fatih Gazioğlu
11 Nîsan 2018•Rojanekirin: 12 Nîsan 2018
KILÎS
Li Kilîsê ji ber baran û gijlokê li hin gundan lehî rabû.
Barîna baran û gijlokê danê evarê dest pê kir û tesîra xwe zêde kir. Ji ber baranê rêyên hin gundan hatin girtin.
Ji ber baranê hin avahiyên kamûyê, xanî û gom di bin avê de man. Li Polatbaya gundê navçeya Polateliyê dîwarê mizgeftê xira bû. Li gundên ku lê rênî rabû ceyran hat birîn. Makîneyên kar ji bona vekirina cokan dest bi xebatê kirin.
Li herêmê bona tespîta xisarê xebat dan destpêkirin.
Mixtarê gundê Polatbeyê Mustafa Kosyanlî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku wî di emrê xwe tu carî gijlokeke wiha nedîtiye û destnîşan kir ku ji ber baranê tu kesî neşiya ji malên xwe derkeve û nêzî 50 gom di bin avê de mane û gelek heywanên wan jî telef bûne.
Ji gundê Kurtuncuyê Îsmaîl Ozturk got ku ji ber baran û gijlokê zevî, dar û baxçeyên wan zirar dîtine û ji rayedaran arîkariyê dixwazin.