20 Hezîran 2016•Rojanekirin: 21 Hezîran 2016
KONYA
Li Eregliya navçeya Konyayê tankêreke bar qelibî û di encamê da kesek mir.
Li gorî agahiyê, tankêra ku ajovanê wê Kemal Gungor (56), plaqeya wê 01 DNV 36 û barê wê jî rûnê nebatî ye, li 25emîn kîlomêtroya rêya Ereglî-Edeneyê welgeriya.
Di qezayê da ajovan Gungor, li ciyê bûyerê mir.
Der heqê qezayê da lêpirsîn didome.