15 Gulan 2016•Rojanekirin: 16 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Gelek welatî tên mala sersaxiyê ya li gund a ku ji bo 4 kesên ku li Sariqamîşa taxa Sûra navçeya Diyarbekirê di encama teqîna kamyona bombebarkirî de mirin û sersaxî didin kesên ku eqrebayên wan mirin.
Eqrebayên 4 kesên ku li Sariqamişa taxa navçeya Sûrê di 12ê gulanê de di encama teqîna kamyona bombebarkirî de mirin li gundê Tanişikê sersaxiyan qebûl dikin. Gelek welatiyan mala sersaxiyê ya li gund ziyaret kirin.
- "Tu nikarî ji vir ji Qendîlê re peyama aştiyê bişînî"
Mustafa A.yê ji welatiyên ku mala sersaxiyê ziyaret kirin got ku "Ez dixwazim peyama aştiyê bidim Qendîl û parlementerên HDPyê" li ser vê yekê gundiyan gotin ku "Tu nikarî ji vir ji Qendîlê re peyama aştiyê bişînî. Em destûr nadin. Ji me 17 kes kuştine. Tu qala kîjan aştiyê dikî" û bertek nîşan dan.
Hat hînbûn ku gundiyên ku hê jî di bin tesîra teqînê de ne û eqrebayên wan mirine destûr nedan HDPyiyên xwestin ku mala sersaxiyê ziyaret bikin.
- Kurê wî yê 19 salî winda ye
Murat Yeşîlê ku piştî teqînê ji kurê xwe Emrullah Yeşîlê 19 salî tu xeber nesitandiye daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir ku bi şev dengê bombeyê bihîst û got ku telefonî eqrebayekî xwe yê ku di bûyerê de mir kir lê negihaştiyê.
Yeşîl da zanîn dema ku telefonî gundiyan kir bihîst ku bombe teqiyaye û got ku "Kurê min li kana qumê wek operator dixebitiya. Eqrebayên me yên li gundekî nêz wan birine nexweşxaneyê. Em çûn nexweşxaneyê. Niha 12 kes winda ne. Cenazeyên wan tune. Di nav windayan de kurê min jî heye."
Li Sûra navçeya navend a Diyarbekirê di şeva 12ê gulanê kamyona teqemenî barkirî hatibû teqandin û di encama teqînê de 4 kes miribûn û 23 kes jî birîndar bibûn.