İbrahim Atmaca
22 Mijdar 2018•Rojanekirin: 22 Mijdar 2018
MALATYA
Li Darendeya navçeya Meletiyê midîbusek wergeriya û li gor agahiyên ewilîn 7 kes mirin, 15 kes birîndar bûn.
Midîbusa ku nasnameya şofêrê wê hê nehatiye kifşkirin û plaqa wê 34 AFA 667 ye, li ser rêya Darende û Meletiyê texma Baglarbaşiyê ji kontrolê derket û wergeriya.

Di qezayê da li gor agahiyên ewilîn 7 kes mirin, 15 kes birîndar bûn.
Gelek wezîfedarên tenduristî, agirkujî, AFAD û UMKEyê sewqî cihê qezayê kirin.
Ji aliyekî din va hat gotin ku di wesayîta ku wergeriya da cinazeyek û eqrebayên cinaze hebûne û ji Stenbolê diçûne Meletiyê.