ANKARA
Li çar aliyê Tirkiyeyê protestokirinên li hemberî hewla derbeya Rêxistina Terorî ya Fetullahî (FETO) tên kirin didomin.
Welatî li ser bangewaziya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim ji şeva 15ê tîrmehê vir him meydanan vala nahêlin û 'nobeta demokrasiyê' digirin.
Stenbol
Li Meydana Taksîmê ya Stenbolê bertekên ku li dijî hewla derbeya FETOyê tên nîşandan didomin. Ji saetên êvarê va welatî ji bo nobeta demokrasiyê berê xwe didin qada Taksîmê.
Li qadê helbestên ku Serokomar Erdogan berê xwendibû tên weşandin û welatî li wan guhdar dikin û alayên Tirkiyeyê yên di destê xwe da dihejînin û dema stranên "Tirkiyeya min", "Namusa me jî yek e" lê dixin, ew jî bi hev ra dibêjin.
Şaredarên 10 navçeyan jî beşdarî 'nobeta demokrasiyê' ya li Taksîmê bûn.
Enqere
Li Enqereyê piştî hewldana derbeya FETOyê bi hezaran welatî li Qada Kizilayê kom dibin û 'Nobeta Demokrasiyê' didomînin.
Welatiyên ku li ser bangewaziya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim qada vala nahêlin ji bo nobeta demokrasiyê jî li Meydana Kizilayê dicivin.
Parlementerên Enqereyê, Seroka Şaxa Jinan a Navenda Giştî ya AK Partiyê Lutfiye Selva Çam, Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Melîh Gokçek, şaredarên navçeyan û nûnerên hin saziyên civakî beşdarî nobeta demokrasiyê bûn û ji ser platformê slav dan welatiyan û bertek nîşanî hewla derbeyê dan.
Welatî li vê derê dirûşmeyên li dijî derbeyê berz dikin, alayên Tirkiyeyê dihêjînin û heta şevê ji bo demokrasiyê nobeta xwe digirin.
Diyarbekir
Welatî li Park Ormana navçeya navend a Kayapinarê civiyan, bertek nîşanî hewla derba FETO dan, alayên tirk vekirin, posterên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gerandin.
Di çalakiyê da li ser sînevîzyonê helbestên ku Serokomar Erdogan xwendine, hatin guhdarkirin û bûyerên şeva hewla derbê hatin temaşekirin. Grûbê tekbîr anî û bi tirkî û kurdî dovîzên "ewladên weten xwedî li demokrasiyê derketin", "Tirkiye li kuçeyan mil dide hev", "Millet li ber FETO çok venade" vekirin.
Karabuk
Li Karabukê welatî ji bo ku bertekê bidin nîşanî hewla derba Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO), li meydana bajêr civiyan û li Meydana Mîsaqa Millî nimêja eşayê kir.
Kastamonu
Li Kastamonuyê jî welatî li meydana Cumhuriyetê civiyan, Quran guhdarî kirin û ji bo şehîdan dia kirin.
Kocaelî
Li Kocaeliyê jî welatî nobedariya demokarasiyê didomînin
Welatî li qada Perşembe Pazariyê civiyan û alayên tirk û dovîz gerandin.
Di çalakiyê da ji bo hêzên ewlehiyê û welatiyên ku di hewla derba FETO da şehîd bûn, Quran hat xwendin û dia hat kirin.
Hekarî
Li Hekariyê welatî nobeda xwe ya "demokrasiyê" ya ji ber hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) didomînin.
Welatiyên ku li qada pêşiya Walîtiyê nobeda xwe berdewam dikin, seba şehîdên rûdanê Qur'ana Kerîm xwendin û dia kirin.
Welatiyan diruşmên mîna, "Recep Tayyîp Erdogan", "Ji derbeyê ra NA", "Em idamê dixwazin" berz kirin.

Edîrne
Li Edîrneyê nobeda demokrasiyê ya welatiyan a li hemberî hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) didome.
Welatî berêvarê li ser Kolana Saraçlar li pêşiya Abîdeya Ataturk civiyan, digel alayên tirkan diruşmên cur be cur berz kirin û bertek nîşanî hewldana derbeyê dan.
Herwisa Koma Mehteran a Walîtiya Edîrneyê konserek da.
Agirî
Bi armanca protestokirina hewldana derbeya FETO, meşa "Ji derbeyê ra na" hat lidarxistin. Welatî li ber Mizgefta Navendê kom bûn, digel alayên tirkan û meşaleyan ber bi Walîtiya Agiriyê meşiyan.
Yalova
Li Yalova, Mêrsîn û Kutahyayê welatî berteka xwe ya dijî hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) didomînin.
Piştî hewldana derbeyê, li ser banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, welatiyên ku her êvar li Meydana Komarê kom dibin îro jî berê xwe da meydanê.
Welatiyên ku bi alayên tirkan hatin qadê, li dijî derbekeran diruşm berz kirin. Welatiyan li qadê di ekrana gewre da bultenên nûçeyan temaşe kirin.
Wan
Bi hezaran kes digel alayên tirkan û posterên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qada Beşyolê civiyan û diruşmên mîna, "Çik bisene, bejna xwe netewîne ev gel bi te ra ye", "Li dijî derbeyê destê xwe bidin hev", "Şehîd namirin û welat perçe nabe", "Em idamê dixwazin", "Tirk kurd em li vir in, ka FETO li ku ye" berz kirin.
Parlementera Wanê ya berê ya AK Partiyê Gulşen Orhanê seba şehîdan bi kurdî zêmarî lorand.
Bursa
Li Bursayê nobeta demokrasiyê ya ku ku piştî hewla derbeyê ya FETOyê dest pê kir dewam dike. Welatî li Qada Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê ya li semta Şehrekustuyê civiyan û li dijî FETO û Fetullah Gulen slogan berze kirin.
Li Bursayê hin welatiyan jî bi ala û wesaîtên xwe derketin rê û konvoy çêkirin.
Kutahya
Li Kutahyayê bi hezaran welatî ji bo nobeta demokrasiyê bi peya û wesaîtên xwe hatin Qada Zaferê. Li vir hin nûnerên saziyên civakî yên sivîl axivîn.
Mêrsîn
Li Mêrsînê welatî ji bo nobeta demokrasiyê tên Qada Cumhuriyetê û li dijî FETOyê pankartan vedikin û sloganan berze dikin.

Zonguldak
Li Zonguldakê di nobeta demokrasiyê da li ber Bîrdariya Madenkaran Qur'an hat xwendin û ji bo kesên ku di hewla derbeyê da mirin dia kirin.
Bartin
Li Bartinê welatî bi alayên xwe li Qada Komarê civiyan û li dijî derbe û FETOyê slogan berze kirin.
Edene
Li Edeneyê bestekarê sitrana "Dombira"yê Arslanbek Sultanbekov ji bo welatiyên ku li dijî hewlda derbeyê ya FETOyê nobeta demokrasiyê digirin konser da.
Kirklarelî
Di nobeta demokrasiyê ya ku li Qada Wilayetê tê girtin welatî li dijî derbeyê sloganan berze kirin.
Hatay
Li Hatayê welatî nobeta demokrasiyê ya li dijî derbeyê tevî alayên xwe li Parka DSÎ ya Antakyayê berdewam dikin.
Osmaniye
Li Osmaniyeyê welatiyên ku li Qada Komarê civiyan ji bo kesên ku di hewla derbeyê da mirin Qur'an xwendin û dia kirin.
Şanliurfa
Li Şanliurfayê bi destê Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê li Qada Rabîayê çalakî hat kirin û welatî ji bo bertek nîşanî derbeya FETOyê bidin nimêja eşayê kirin, Qur'an xwendin û dia kirin.
Meletî
Welatiyên ku li ber Walîtiya Meletiyê û Mizgefta Yeniyê dicivin nobeta demokrasiyê digirin.
Adiyaman
Qasî 40 hezar kes qada li ber Walîtiyê kom bûn û di destên wan de alayên tirkan û wêneyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve derbeyê şermezar kirin.
Kilîs
Li ser banga walîtî û şaredariyê bi hezaran kes li hev civiyan û bertek nîşanî derbeyê dan.
Gazîanteb
Welatiyên ku di destên wan de alayên tirkan hebûn li Qada Demokrasiyê kom bûn lenet li rêxistina FETOyê anîn û derbe şermezar kirin.
Vîdeoya Ajansa Anadoluyê ya ku behsa derbeyê dike hat nîşandan. Welatiyan bi baldarî dîmenên AAyê temaşe kirin.
Îzmir
Welatiyên li Îzmirê ji şeva 15ê tîrmehê pê ve li qada Konakê kom dibin, dirûşmeyan li hember derbeyê berz dikin.
Welatiyan tekbîr anî û wiha gotin: "Fetoş êdî ev dinya li ber te teng bûye", "Silav ji Reîs re, nobedarî dewam dike", "Ji Feto re Îdam".
Samsun
Li Samsunê piştî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bangî gel kir ku derkevin derva, bi hezaran welatî derketin derva û li qada Komarê bi alayên tirkan ve derbeyê şermezar dikin.

Amasya
Welatî ev 13 roj e li Meydana Yawiz Selimê bi alayên Tirkiyeyê û dirûşmeyên "Welat canê min ji bo te feda ye", Recep Tayyîp Erdogan", "Ji bo FETOyê îdam", "Millet li vê derê ye FETO li ku derê ye" va nobeda demokrasiyê didomînin.
Çankirî
Welatiyên ku li Meydana Şaredariyê civiyan bi alayên Tirkiyeyê û dirûşmeyên "Welat canê min ji bo te feda ye", "Histûyê xwe li ber wan xar neke, gel ba te ye" va nobeda xwe domandin.
Li Meydanê Quran hat xwendin û paşê jî ji bo şehîn hewla derbeyê dia hat kirin.
Sînop
Her roj saziyeke dewletê nobeda demokrasiyê organîze dike û îşev jî Yekîtiya Nexweşxaneyên Dewletê û xebatkarên tenduristiyê nobet organîze kirin.
Di çalakiya walî fermandarê garnîzonê, midûrê ewlekariyê, midûrê perwerdeya neteweyî, sekreterê yekîtiya nexweşxaneyên dewletê û xebatkarên tenduristiyê tevlî bûn da welatiyan bertek nîşanî hewla derbeyê dan.
Çorum
Bi hezaran welatî li Meydana Hurriyetê civiyan û hewla derbeyê protesto kirin.
Komê bi dirûşmeyan va piştgirî dan Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û ji bo kesên ku hatin kuştin jî dia kirin. Hunermend Orhan Hakalmaz li vê derê konsêrek da welatiyan.

Erzirom
Welatî li Meydana Bajêr a Yakutiyeyê civiyan û bi alayên destê xwe va bertek nîşanî FETOyê dan.
Bidlîs
Welatiyên li navçeyê Bidlîsê bi alayên Tirkiyeyê va slogan avêtin û bertek nîşanî hewla derbeyê dan.
Welatiyan bi dirûşmeyên "Histûyê xwe li ber wan xar neke, gel ba te ye" û "15ê tîrmehê ji derbekaran ra yê bibe merzel" va hewla derbeyê şermezar kirin.
news_share_descriptionsubscription_contact
