Önder Beyter
07 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2019
MUŞ
Li Haskoya navçeya Mûşê 75 kesên ku di rêya ji ber barîna berfê hat girtin da mehsûr man, bi destê ekîban hatin xilaskirin.
15emîn kîlometreya rêya ewlekariyê ya di navbera Haskoy û Mûtkiya navçeya Bidlîsê da ji ber berf û bagerê hat girtin û herwiha welatiyên ku bi wesayîtên xwe li vê derê mehsûr man, xeber dan cendirmeyan.
Ekîbên AFAD, cendirme û Rêbejayê yên ku ji Mûşê hatin şandin, ji bo ku xwe bi devera ku mesafeya dîtinê cih cihan berjêrî binê 3 metreyan dibe bigihînin, hewl û cedeleke mezin dan.
Ekîban piştî xebateke qedera 5 saetan xwe bi 75 kesên di 8 mînîbus, 5 otomobîl û 2 kamyonetan da mehsûrmayî ra gihandin û bi makîneyên şixul rê vekir.
Ramazan Rençberê mehsûrmayî di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku ew ji Mûtkiya navçeya Bidlîsê diçûn Mûşê libelê di rê da bager derket û ew mehsûr man. Rençber sipasiya ekîbên ku ji bo xwe bi wan ra bigihînin, têkoşîneke mezin dan kir.