Türkan Tosun
17 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2019
MÛŞ
Li Mûşê ji ber serma û hişkiyê şembelûkên dirêjahiya wan digîhîje 3 mêtroyan di banê avahiyan da çêbûn.
Mûş yek ji wan bajaran e ku zivistan pir sar derbas dibe.
Li bajêr ji ber ku hewa gelekî sar e şembelûkên dirêjahiya wan digîhîje 3 mêtroyan di banê avahiyan da çêbûn.
Tîmên şaredariyê bi alîkariya wesayîtên agirkuj xwe gihandin van qeşa û şembelûkan û ew şikênandin.
Şaredar Feyat Asya ji rojnamevanan ra daxuyand ev qeşa û şembelûk ji bo welatiyan talûke ne, ji ber vê ew paqij dikin û wiha axivî: "Li aliyekî ekîbên me dixebitin, li aliyê din jî em bi anons û wesayîtên zabitayê va hişyariyê didin welatiyan. Ji bo ku gelê me rihet bijî emê xebatên xwe bidomînin."