27 Sibat 2017•Rojanekirin: 27 Sibat 2017
MUŞ
Endamên Kulûba Hewageriyê ya Tut Sportîfê ya Adiyemanê, li Mûşê wek dildarî bê pere perwerdeya paraşûta berwar dan gencan.
Endamên Kulûbê gotin ku xortên herêmê ne bi çûyîna qehwexaneyan, wê bi beşdarbûna aktivîteyên sosyal va bikaribin îmaja herêmê biguherînin.
Endamê Kulûbê Mustafa Çelîk got, ji bo ku ne bi tiştên xerab, bi tiştên qenc va behsa Mûşê were kirin, ew van perwerdeyan didin
Çelîk diyar kir, erdnîgariya herêmê ji bo vê sporê baş e û gel jî eleqeyê nîşanî vê sporê dide û diyar kir ku ew li herêmê paraşûta berwar zêde dikin.
Kargerê navenda kaşûnê Seyfullah Olcay jî ragihand, ji ber ku herêm ji bo vê sporê cihekî baş e, havînê jî zivistanê jî paraşûta berwar dikare li vê derê were kirin û wiha dewam kir: "Em dixwazin ku êdî Mûş û Herêma Rojhilata Anadoluyê ne bi terorê bi sporên siruştê va were bîra meriv."