Önder Beyter
07 Hezîran 2018•Rojanekirin: 09 Hezîran 2018
MUŞ
Li Mûşê ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê li nava bajêr li ser rêya Baxê xebatên rêfirehkirinê dimeşînin da ku welatî bi asanî biçin û bên.
Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Sehmus Yentur teseliya xebatê kir û daxuyanî da rojnamegeran. Yentur di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ew, projeya "Kembera Kesek" ku Waliyê berê yê Mûşê Cengîz Akin dabû destpêkirin, didomînin.
Yentur destnîşan kir ku li bajêr mal û baxê 150 malbatan hene û wiha dewam kir:
"Îro em van rêyan çêdikin û çûn û hatina welatiyan asantir dikin. Bax, herêmeke bedew Mûşê ye. Gel jî bi van xebatan pir xweş e. Em wekî dewlet hewl didin û dixebitin ku pirsgirêkên welatiyên xwe çareser bikin. Dema kêfa welatiyan xweş dibe, em jî pê xweşhal dibin."
Operatorê makîneya şixul Mîthat Yakişan jî diyar kir ku ew di meha remezanê da jî bêyî sekn dişixulin û wiha got, "Em ê di xizmetên xwe da berdewam bin. Rêvekirin, îbadeteke mezin e û karekî zehf bixêr e."