Türkan Tosun
20 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2017
MÛŞ
Li bajarê Mûşê ya ku zivistanê hewa pir sar e zarokên di dibistana seretayî de dixwînin ji bo heywanên li kuçeyan dijîn holika çêkirin û li cihên cuda bicîhkirin ku heywan di sermayê de necemidin.
Mala Agahiyê ya Polêsê Şehîd Murat Yilmaz a ku li taxa Sunayê di bin banê şaredariyê de xebatên xwe dimeşîne bi dirûşmeya "heywanên li kuçeyan dijîn ne bêxwedî ne" çalakiyek li dar xist.
Armanca çalakiyê ew e ku zarok heywanan hez bikin û li wan xwedî derkevin.
Xwendekarên dibistanan bi alîkariya mamosteyên xwe pê qutî û straforan ji heywanan re holik çêkirin û van holikan li cihên cuda ên bajêr bi cih kirin.
Rayedarê Mala Agahiyê Denîz Koçmen ji nûçegihanê AAyê re got wan ev xebat ji bo ku balê bikşînin li ser heywanan dane destpêkirin û wiha axivî: "Li bajêr hewa pir sar e. Ji ber vê me bi alîkariya şaredariyê û beyteran va ev xebat da destpêkirin. Emê av û xwarina wan jî bidin, yên nexweş in derman bikin."
Omer Faruk Karakayayê Serokê Komeleya Parastina Heywanên li Kuçeyan a Mûşê jî piştgirî da vê xebatê û got divê zarok hê biçûk in hînî hezkirina heywanan bibin.
Xwendekar Tekîn Saglik jî kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: "Divê em heywanan xwedî derkevin, av û xwarinê bidin wan. Me holik danîn li taxa xwe. Bila heywanên li kuçeyan xwarina xwe bixwin û rakevin."
Zarokên din jî gotin ew ji ber alîkariya seba heywanan kêfxweş in.